Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Yekşemê di peyameke kurt a li ser Truth Social de raportek derbarê destpêkirina projeyên nû yên li dijî dronanên êrîşakr û terorê parve kir.
Di raportê de tê gotin ku şerê bi roketan di pêşengîya teknolojîya berevanîyê ya her welatekî de ye. Raportê herwiha got ku rêveberîya Trump dest bi çêkirina "incubator"an kiriye da ku bi alîkarîya kompanî û sektora taybet a teknolojîyên nû yên dijî dronên êrîşkar tîne ba hev û pêş dixe.
Armanc ew e ku sîstema berevanîyê, şopandin û astengkirina dronan were pêşxistin ku di nav çend çirkeyan de bi jîrtirîn alav û rêbaz bersivê bide êrîşên dijmin.
Di nav projeyan de, kompanîya Space Eyes sîstema Morpheus C-UAS pêşkêş kiriye ku bi Hişmendîya Çêkirî (AI) û teknolojîyên pêşketî dronên xeternak nas dike û bêbandor dike.
Karbidestên Amerîkî dibêjin ku şerê bi dronan bûye metirsiyeke mezin, ne tenê li meydanên şer wek Ukrayna, lê herwiha li hundirê Amerîkayê jî. Ji ber vê yekê daxwaza zêdekirina budceya berevanîyê û piştgirîkirina projeyên nû yên dijî dronan hatiye kirin.
Herwiha hişyarî hat dayîn ku dron dikarin ji bo êrîşên terorîstî, qaçaxçî û şandina tiştên qedexekirî bo zindanan jî werin bikaranîn, û ji ber vê yekê pêdivî bi teknolojîyên nû yên parastinê heye hewcedarî bi teknolojîyeke wiha zêdetir dibe.