Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bersiva Wezareta Derve ya Amerîka Bo Pişka Kurdî Derbarê Rewşa Efrînê


US.State Department logo
US.State Department logo

Di encama bersivdana pirseke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, derbarê daxuyaniya peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîka li dor rewşa Efrînê, berdevkê wezaretê got:

"Em berdewamîn li ser şopandina rewşê".

"Vegera her penaberekî bo Sûriyê divê bi dilxwazî, bi ewle û rêzgirtin be, û ev yek jî dê berdewam be. Her wiha pêwîste bi UNHCR re hemahengî were kirin."

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller roja 3ê Tebaxê di civîneke rojnamegerî de got, "Ez bawer nakim armanc û siyaseta Tirkiyê li Efrînê guhertina demografiya herêmê be."

Gotinên wî di demekê de hatin ku gelek rêxistinên mafên mirovan yên herêmî û navneteweyî di salên dawî de li ser hewildanên rayedarên Tirkiyê û komên çekdar yên opozisyona Sûriyê yên hevalbendên wê ewe ku zextê li Kurdan bikin da ku ji warên xwe derkevin.

XS
SM
MD
LG