Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Erebistana Saûdî Peymanekê di Warê Valahîya Esmên de Îmza Dikin


Amerîka û Erebistana Saûdî peymaneke îro Sêşemê ragihand ku wan peymanek di warê hevkarîya li valahîya esmanî îmze kiriye.

Li gor ajansa NASA ya Amerîkî, bi rîya vê peymanê dê bi şîyanên nû jibo hevkarîya di warên wekî zanistên valahîya esmanî, vedîtinên nû, esmangerî, operasyonên fezayê, perwerdehî, û zanista erdê bikin.

Rêvebirê NASA Bill Nelson li ser navê Amerîka û CEO'yê Ajansa Valahîyê ya Erebistana Saûdî Mihemed bin Saud Al-Tamimî li ser navê welatê xwe peyman îmze kir.

NASA di daxuyanîyekê de roja Sêşemê got ku peyman behsa hevkarîyê dike "jibo mebestên aştîyane" û di çarçoveya qanûnî de herdu welat dê hevkarîyê bikin û bi hev re di qadên hewayî û fezayê de bixebitin.

Ev peyman wekî "Peymana Çarçoveya Kar e," di navbera Washington û Riyadê de, daxuyanîya NASA dîyar kir.

Îmzekirina peymanê du mehan piştî serdana Nelson bo Erebistana Saûdî tê, ku ew ligel Ajansa Valahîyê ya Erebistana Saûdî û karbidestên din yên payebilind. hevdîtin pêk anî. Ew civîn bi mebesta gotûbêjkirina hevkarîyên siberojê di qada sivîl de navbera herdu welatan bûn.

Jêder: NASA/Reuters

XS
SM
MD
LG