Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bessent: Yekîtîya Ewropî Tevlî Cezayên Aborî yên Dijî Îranê Dibe

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent roja Pêncşemê 3’yê Îlonê ragihand ku Yekîtîya Ewropayê (YE) bi fermî biryar daye ku tevlî Operasyona “Economic Outcast” ya ji bo îzolekirina Îranê û sepandina cezayên aborî li ser rejîma Îranê bibe.

Bessent piştgirîya xwe ji bo vê biryara "zelal û bilez" ya Yekîtîya Ewropayê nîşan da. Wî got ku Amerîka ligel hevalbendên xwe dixebite da ku Îranê ji sîstema darayî ya cîhanê qut bike, da ku ew nikaribe pereyan bide bernameya xwe ya navokî û komên terorîst ên ser bi wê ve.

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê got ku "Cîhan peyameke zelal dide rejîma Îranê: Heta ku em hemû çavkanîyên wan ên aborî, yên mayî, bi tevahî qut nekin, em ranewestin.”

Operasyona ji bo cezayên aborî, meha borî bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump destpê kir.

Vê operasyonê qada cezayên Amerîkayê li ser rejîma Îranê berfireh kir, û niha ew sazî û welatên ku hîn jî têkilîyên xwe yên aborî bi Îrane re didomînin jî digire nav xwe.

This item is part of
XS
SM
MD
LG