Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio dê serdana welatê Almanya, Slovakya û Macaristanê bike.
Malpera fermî ya wezareta derve ya Amerîka dibêje, Rubio dê ji 13 heta 15ê Sibatê serdana Almanya bike, da ku beşdarî 62emîn Konferansa Ewlehîya Navnetewî ya Munchenê bibe.
Li gor daxuyanîya wezareta derve ya Amerîka piştî Almanya wezîr Rubio dê ji 15 heta 16ê Sibatê serdana Bratislava paytexta Slovakya û Budapesta Macaristanê bike.
Li Bratislavayê, wezîr Rubio dê bi endamên sereke yên hikûmeta Slovakyayê re bicive da ku berjewendîyên hevbeş ên ewlehîyê yên herêmî pêşve bibe, hevkarîya dualî ya li ser enerjîya nuklerî û çavkanîyên cuda yên enerjîyê xurt bike, û piştgirîya nûjenkirina leşkerî ya Slovakyayê û pabendbûnên bi NATO’yê re gotûbêj bike.
Daxuyanîya wezareta derve dibêje "Di serdana xwe ya Budapestê de, wezîr dê bi rayedarên sereke yên Macaristanê re bicive da ku berjewendîyên me yên hevbeş ên dualî û herêmî, di nav de pabendbûna me ya bi pêvajoyên aştîyê re ji bo çareserkirina nakokîyên cîhanî û bi hevkarîya enerjîyê ya Amerîka û Macaristanê re xurt bike."