Breaking News

Trump Daxwaza Budceya Zêdetir Ji Bo Nûkirina Sîstema Trafîka Esmanî Dike

Balafireke Hêla esmanî ya United Airlines
Balafireke Hêla esmanî ya United Airlines

Rêveberîya serokê Amerîkayê Donald Trump ji Kongresê daxwaza budceya zêdetir dike, da ku sîstema kontrola trafîka hêlên esmanî yên Amerîkayê nûjen bike.

Ev daxwaz piştî ku şaşîyeke teknîkî roja Înê bû sedema rawestandina piranîya firînên welêt tê.

Di encama vê bûyerê de, 9 hezar firîn hatin betalkirin û hezaran firînên din jî di rojên Şemîyê û Yekşemê de hatin rawestandin yan paşxistin.

Serok Donald Trump roja Înê gotbû ku bûyer ji ber alavên pir kevn çêbûye û hêvîdar e ku Kongres pereyên pêwîst ji bo nûkirina sîstemê peyda bike.

Wezîrê Veguhastinê yê Amerîkayê Sean Duffy ragihandbû ku pirsgirêk ji ber şaşîyeke di sîstema torê de, dema guherandina têl û kabloyên kevn bi yên nû li Arkansas'ê, derketîye holê.

Li gorî Wezîr, hêvî ew e ku sîstema firînan heta dawîya roja Duşemê vegere rewşa xwe ya asayî.

Kongresê berê 12.5 milyar dolar ji bo nûkirina sîstemê pejirandibû, lê niha pêşnîyaza veqetandina 30 milyar dolarên din jî tê gotûbêjkirin.

XS
SM
MD
LG