Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Wezîrê Derve yê Hindistanê Subrahmanyam Jaishankar li New Delhî di çarçoveyeke stratejîk a nû ya navbera Hindistan û Amerîkayê de ji bo ewlekirina zincîra dabînkirinê ya mîneralên girîng û samanên jêr erd yên kêm wêne rêkeftinek Îmze kir.
Di daxuyanîyekê de ku di malpera fermî ya wezareta derve ya Amerîkayê de hatîye weşandin ji alîyê Wezîrê Derve Marco Rubio ser peymanê got ku ev “nimûneyeke berbiçav” ya hevpeymanîya stratejîk a navbera Amerîka û Hindistanê ye.
Wî bal kişand ser girîngîya gihîştina dirêjdem a ewle ya mîneralên girîng ji bo aborîya nûjen û pêşketina teknolojîyê.
Wezîrê Derve yê Hindistanê Jaishankar di daxuyanîyekê de got ku ev peyman armanc dike ku hevkarîya herdu welatan di qadên lêgerîn, bidestxistina samanan û weberhênanên têkildar de bihêztir bike.
Wezîr diyar kir ku ew çarçove ji bo avakirina zincîreyên dabînkirinê yên “Xweragirtî û cihêreng” girîng e, bi taybetî di demekê de ku cîhan bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ye.
Jaishankar her wiha got ku mijara mîneralên stratejîk di civîna û foruma “Quad” de jî hate gotûbêjkirin û ew niha bûye mijarek girîng ji bo welatên hevra.
Piştî axaftinan, herdu berpirsên dîplomatîk belgeya peymanê imze kirin û bi germî û çepleyan ji alîyê beşdarên civînê ve hate pêşwazîkirin.