Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo Piştgirîya Dorpêçê Hêzên Zêdetir Dişîne Herêmê û Hişyarî Dide Îranê

Arşîv: Hêzên Amerîkî li Tengava Hormuz
Arşîv: Hêzên Amerîkî li Tengava Hormuz

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) roja Duşemê hişyarî da ku dorpêça li ser avên deryayî yên Îranê li Tengava Hormuzê dê ji bo hemî keştiyan derbasbar be, ger ku ala wan çi be jî.

CENTCOM di hişyarîyek nivîskî de got, "Her keştîyek ku bêyî destûr bikeve herêma dorpêçkirinê an jê derkeve dê rastî desteserkirin, vegerandin û girtinê were."

Du berpirsên hikûmeta Amerîkayê ji Fox News re gotin ku CENTCOM ev hişyarî daye hemî deryavanên li herêmê.

Di hişyarîyê de hat gotin ku, "Ev dorpêç dê ji derbasbûna keştîyên bêalî negire yên ku ber bi herêmên Îranê ve neçin."

Li alîyekî din rojnameya Wall Street Journal, li gor berpirsekî payebilind ê Amerîkî, ragihand ku Amerîkayê bo piştgirîya dorpêçkirina Tengava Hormuzê zêdetirî 15 keştîyên şer şandine.

Li gorî rayedarên Hêzên Deryayî û Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, hêza ji bo Rojhilata Navîn hatiye şandin ji keştîyek firokhilgir, çend keştîyên êrîşkar û mûşekavêj, keştîyên bejavî û çekên pêşkeftî yên girêdayî hêza deryayî pêk tê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyameke xwe ya Truth Social de di dema destpêkirina dorpêçê de gotbû ku hêza deryayî ya Îranê hatîye têkbirin û gef xwar ku ger Îran êrîş bike ewê bersivek dijwar bidin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG