Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêrî: Hêzên Koalîsyonê Bi Rêyên Bejhaî û Esmanî Bingehên Xwe li Sûriyê Bihêztir Dike


Hêzên Amerîkî li Rimîlan
Hêzên Amerîkî li Rimîlan

Çavdêriya Sûrî Jibo Mafên Mirov (SOHR) roja Sêşemê ragihand ku Hêzên Koalisyona Navnetewî di 4 rojên dawî de, li herêmên bakur-rojhilatê Sûriyê liv û tevgerên leşkerî yên berçav zêde kirîne.

SOHR dibêje ji bilî ku tetbîqatên leşkerî yên hevbeş bi Hêzên Sûriya Demokratîk HSD re, îro Sêşemê serê sibê, 18'ê Sibatê, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî tetbîqat û rahênanên leşkerî li baregeha "Al-Milêbiyê" li dor armanca bikaranîna çekên giran û ji bo bilindkirina asta amadebaşiya di dema şer de lidar xistin.

Di 18'ê Sibatê de, balafireke barhilgir a leşkerî ya hevpeymaniyê li baregeha El-Şeddadî li gundewarê başûrê Hesekê daket, ku alavên leşkerî û lojîstîk hilgirtibû, weke beşek ji hewlên berdewam yên Amerîka ji bo ewlekirina baregehên leşkerî li herêmê.

Karwanek din ku ji 38 kamyonên barkirî bi wesayitên zirxî, panzer û tankerên sotemeniyê ji xala sînorî ya El-Welîd ber bi herêmên di bin kontrola "HSD" de derbas bûn.

SOHR dide zanîn ku karwanê leşkerî li jêr sîhwana parastina balefir û helîkopteran de pêkhat.

Di heman rojê de firokeyeke din a barhilgir a Amerîkî bi helîkoptereke leşkerî ve ji Iraqê ve li binkeya Xerab El-Cir li gundewarê Rimêlan li bakurê Hesekê danî.

Di balafirê de çekên pêşketî, cebilxane, sîstemên parastina hêzên hewayî û dij-firokevanî û alavên radar û şêlo kirina li hember hêzên hevdij hebûn.

Li gor SOHR di 15 û 16’ê Sibatê de, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)’ê rahênaneke leşkerî ya tund pêk anî, di nav de manowir û gulebarandina bi guleyên rasteqîn û zindî li baregeha El-Wezîr li gundewarê bakurê Hesekê û baregeha petrolê ya zeviyên El-Omer li gundewarê rojhilatê Dêrezorê pêkanî.

Armanca wan rahênanên hevbeş, bilindkirina amadekariyan li dijî her cure metirsiyeka çaverêkirî li dij bingehên hêzên Amerîkî li Sûriyê.

Hêzên Amerîkî li Sûriyê bi domdarî bingehêîn xwe ji her alî de bihêz dike, û bi berdewamî operasiyonên dabînkirinê û rahênanên hevbeş yên leşkerî ligel Hêzên Sûriya Demokratîk HSD'ê pêktîne.

Jêder: SOHR

XS
SM
MD
LG