Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarekî Heşda Şaabî bo VOA: "Emê Bersiva Êrîşa Îro Bidîn"


Fermandarekî Heşda Şabî roja Pêncşemê piştî êrîşa ser bingeheke hêzên lojistîkî yên Heşda Şaabî li Bexda paytexta Îraqê gefa tolhildanê xwar û got, ew amade ne şehîd bibin.

Rêberê Heşda Şaabî Hacî Ebû Muntezar li parêzgeha Diyalayê gote Dengê Amerîka, "Hêzên Berxwedana Îslamî dê bersiva êrîşa îro ya li Bexdayê bidin."

Ew lîderê Heşdê ku berê bi koma çekdar ya Bedir re bû, Amerîka bi dijberî û êrîşên ser berpirsên Heşda Şaabî tometbar kir û got "Rêberên me amadene şehîd bibin."

Di êrîşaeke ku firokên bê firokevan yên nenas li Bexdayê pêkanîbû, derket holê ku berpirsê Heşda Şaabî yê ku di wê êrîşê de tevî 3 kesên din hatî kuştin Muştaq Talib El Asadî ye, herwiha 7 kes jî birîndar bûne.

El Asadî, fermandarê operasyonên Tabûra 12an ya Heşda Şaabî bû û di nava grûpa xwe ya çekdar de bi Ebû Teqwa tê nas kirin.

Ebû Teqwa yek ji lîderên payebilind yên ketîba Nûcebaa ya girêdayî Heşda Şaabî bû.

Karbidestekî Amerîkî, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Reutersê re got ku êrîşî otombîlekê li Bexda hatiye kirin.

Li gorî berpirsên Wezareta Berevaniyê ya Amerîka, ji 17ê Cotmeha 2023an ve heta niha 119 êriş li ser baregehên leşkerî yên Amerîka li Iraq û Sûriyê hatine kirin, ku milîsên şîa yên nêzîkî Îranê bi encamdana wan êrîşan tên tawanbarkirin.

Berdevkê Pentagonê got ku di destê wan de belge hene ku çend caran Ebû Teqwa wek berpirsê êrîşên ser hêzên me hatiye dîtin. "Me êrîşa dij Ebû teqwa wek xweparastinê pêk anî û di êrîşê de me wiha kir ku zarar negiheje ti sivîlekî."

Raporta Dilshad.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:34 0:00
XS
SM
MD
LG