Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keştîya Firokhilgir USS Abraham Lincoln Nêzîkî Îranê Dibe

Arşîv: Keştîya Amerîkî ya Firokhilgir USS
Arşîv: Keştîya Amerîkî ya Firokhilgir USS

Kanala 13 a Îsraîlê ragihand ku keştîya firokhilgir USS Abraham Lincoln şeva Yekşemê gihîşt Rojhilata Navîn û li nêzîkî Îranê bicih dibe.

Kenala i24 News jî ragihand ku bicihkirina leşkerên Amerîkî li Rojhilata Navîn dê di rojên pêş de bigihêje asteke ku dê têra "çalakîyeke girîng" bike.

Hin çavkanîyên nûçeyan yên Amerîka, ku peywendî bi hin rayedarên rêveberîya Trump hene dibêjin ku, îhtîmala êrîşekê li ser Komara Îslamî ya Îranê heye.

Serokê Amerîka Donald Trump çend caran Komara Îslamî derheqa kuştin û darvekirina xwepêşanderan li Îranê hişîyarî dabûn.

Karbidestên Îsraîlî vê dawîyê agahdarîyên nû li ser kuştin û darvekirina xwepêşanderan ji alîyê Komara Îslamî ve dane Koşka Spî.

Di rojên dawî de, karbidestên Îranî israr kirine ku xwepêşanderan darve bikin û li dijî serokê Amerîkayê zimanekî gefxur bikar tînin.

XS
SM
MD
LG