Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di hesaba xwe ya X'ê de daxuyanîyek kurt weşand û got îdîaya Pasdarên ku "keştîya firokhilgir a USS Abraham Lincoln kirîye ramanc derew e.
CENTCOM got "Lincoln nehatîye lêdan. Mûşekên ku hatin avêtin jî nêzîkî wan nebûne."
"Keştîya firokhilgira USS Abraham Lincoln ji bo piştgiriya helmeta bênavber a Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê ya parastina gelê Amerîkî ji bo nehiştina gefên rejîma Îranê, berdewam dike û firîna firokên cengê ji wê keştîyê dom dike", CENTCOM'ê got.
Herwiha ajansan li gor çavkaniyên leşkerîya Amerîkî ragihand ku hêzên Amerîkî îro Yekşemê keştîyek şer ya Îranê wêran kirîye.
Keştîya cengê ya Îranê li Kendava Omanê ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatîye lêdan û jêravkirin.