Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê CENTCOM: Benderên Îranê bi Tevahî Hatine Kontrolkirin

Keştiya USS Abraham Lincoln
Keştiya USS Abraham Lincoln

Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper ragihand ku "Dorpêça benderên Îranê bi tevahî hatiye bicîhkirin û hêzên Amerîkî serdestîya xwe ya deryayî li Rojhilata Navîn diparêzin."

Cooper di daxuyanîyekê de li ser platforma X'ê got: "Tê texmînkirin ku %90 ji aborîya Îranê ji bazirganîya navneteweyî ya bi rêya deryayî pêk tê. Di kêmtirî 36 demjimêran de ji dema ku dorpêç hatiye bicîhkirin, hêzên Amerîkî aborîya Îranê ya bi rêya deryayî ya di nav Îranê û derveyî wê de bi tevahî rawestandine."

CENTCOM di posteke din de li ser X'ê dibêje "Keştîya firokhilgir a USS Tripoli (LHA 7) rahênanên taktîkî li avên deryayî yên herêmê pêk tîne."

CENTCOM da zanîn "pêşketinên di rahênan û perwerdehîyê yên bi vî rengî de, operasyonên dorpêçkirina deryayî baştir dikin."

Artêşa Amerîkî diyar kir ku "Keştîyên wêranker ên bi mûşekên arastekirî yên Hêza Deryayî ya Amerîkayê di karê dorpêçkirinê de bandoreke mezin li ser benderên Îranê dikin."

"Keştîyeke wêranker ya li herêmê erkê dorpêçkirinê dibîne ji tîmeke zêdetirî 300 deryavanan pêk tê di operasyonên deryayî yên êrîşkar û parastinê de pir baş hatine perwerdekirin," CENTCOM'ê got.

Hêjayî gotinê ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump destpêka vê hefteya fermana dorpêçkirina da piştî ku danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de li Pakistanê ti encam nedan.

This item is part of
XS
SM
MD
LG