Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Operasyonên Leşkerî Rê li Îranê Girt ku Bibe Xwedî Çekên Navokî

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku operasyonên leşkerî yên Îsraîlê dijî rejîma Îranê rê li ber wî welatî girt ku bibe xwedî cebilxaneyeke navokî.

Netanyahu îro Yekşemê destnîşan kir ku Tehranê bombe amade dikirin da ku Îsraîlê ji nav bibe.

Serokwezîrê Îsraîlê di gotinên xwe de tekez kir ku kiryara leşkerî "pêdivîyeke hebûnê" bû.

"Em îsal bi testeke mezin re rû bi rû man. Zêdetir ji salek berê, ji me re eşkere bû ku Îran li ser pêşxistina bombeyên atomî dixebite da ku me ji nav bibe. Ev ne tenê gotinek e an propaganda ye," Netanyahu got.

Wî behsa girîngîya pêzanînên îstîxbaratî û operasyonên leşkerî kir û got "Eger me Operasyona 'Orîna Şêr' nekiriba, Îran dê niha xwedîya bombeyên navokî bûya, ku da destpêka dawîya gelê Cihû nîşan bidaya."

Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir, "Me Rojhilata Navîn guhert, û me xwe jî guhert, bi encamdana kiryarên ku ti welatekî din nikaribû bikira an jî xeyal bikir baya."

Berê, raportên Îsraîlî nîşan dan ku hikûmeta Îsraîl ketiye rewşa hişyarîya bilind û xwe amade dike ji bo rewşa eger danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de têk biçin.

Rojnameya Îsraîlî Yediot Aharonot ragihand ku karbidestên Îsraîlî bi baldarî daxuyanîyên Serokê Amerîkayê Donald Trump dişopînin, yên derbarê geşbînîya derbarê gihîştina rêkeftinekê bi rejîma Îranê re.

Trump roja Yekşemê ragihand ku şanda Amerîkî bo danûstnadinên bi Îranê re dê biçe Pakistanê, lê ewê Cîgirê Serok JD Vance di şandê de cih negire.

This item is part of
XS
SM
MD
LG