Reuters, li gorî Fox Newsê ragihand ku hêzên Amerîkî li başûrê Îranê operasyoneke xweparastinê dest pê kirine.
Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Tim Hawkins roja Duşemê bi şev ji Fox News re got ku hêzên Amerîkî li hember gefên hêzên Îranê êrîşeke xweparastinê li başûrê Îranê dest pê kirine.
Berdevk her wiha ji kenalê re got ku opresyona hêzên wan ciyê avêtina mûşekan û tevgera gemiyên biçûk yên rejîma Îranê bûn ku "hewl dabûn mayînan biçînin."
Berê, ajansa nûçeyan a dewleta Îranê TABNAK di raporekê de îdia kir ku du qeyikên bilez ên Pasdarên Îranê di êrîşeke hewayî de hatine armancgirtin.
Wê Ajansa Medyayî her wiha çar kes wekî kuştî di êrîşê de ragihand bû.
Di heman demê de, nûçegihanekî kenala El-Cezîre TV ji çavkaniyên Îranî îdia kir ku qeyikên Pasdarên Îranê bûne armanca êrîşekê.
Wî got ku Spayê Pasdarên Îranê berî bibin armanca êrîşê, wan êrîş li dijî keştîyekê pêkanîbû.
Çend demjimêr berê, li ser medyaya civakî gelek raporên cuda hebûn, didan zanîn ku çend teqîn li Bender Ebbas, Sirik û Bender Casik hatine bihîstin.
Reuters: Hêzên Amerîkî li Başûrê Îranê Operasyoneke Xweparastinê Pêk Tînin