Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Hilberîna Cebilxaneya Leşkerî Zêde Dibe

Serokê Amerîkayê Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyamekê li ser Truth Social de ragihand ku welat xwedî hejmareke mezin a cebilxaneyê ye, bi taybetî ji hin cureyên çekan.

Serok Trump herweha diyar kir ku gelek cebilxane hîn jî têne hilberandin û li gor hewcedarîyê ji bo Amerîkayê tên şandin.

Li gor daxuyanîya serok, şîrketên pîşesazîya berevanîyê di vê demê de li ser avakirina gelek kargeh û fabrîqeyên nû dixebitin. Wî got ku "Ev berfirehbûna pîşesazîya leşkerî ya herî mezin e di dîroka welatê me de."

Serok Trump di beşeke din a peyama xwe de behsa kesên ku agahîyên nepenî û sexte belav dikin jî kir.

Trump ew kes wekî "belavkerên agahîyan" binav kirin û got ku ew xiyanetkar in, desthilatdar li pey wan e. Li gorî gotinên wî, ger kesek di çarçoveya qanûnê de sûcdar were dîtin, dê ji bo wan cezayên girtîgehê yên demdirêj werin xwestin.

Serok Trump ev yek got bêyî ku navê kesekî yan alîyek binav bike.

Hêjayî gotinê ye ku doh Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth, raporta tora nûçeyan a CNN'ê rexne kir ku tê de hatibû gotin, di dema rûbirûbûna bi Îranê re, cebilxane û embarên artêşa Amerîkayê yên hin teqemenîyan daketine asteke "gelekî kêm û metirsîdar."

Ev yek di demekê de tê ku berdevkê bilind ê Pentagonê Sean Parnell çend roj berê ragihandibû ku artêşa Amerîkayê "bihêztirîn artêşa cîhanê ye û hemû ew tiştên ku Serokê Amerîkayê ji bo pêkanîna her operasyonekê ku bixwaze pêwîst in, hene.

This item is part of
XS
SM
MD
LG