Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Bessent Dibêje Aborîya Îranê Wêran Bûye

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessent
Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessent

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê, Scott Bessent, ragihand ku welatê wî di çarçoveya operasyona “Îzolekirina Îranê ya aborî” de, zexta aborî li ser Îranê zêde dike, bi armanca astengkirina çavkaniyên dahatê yên ku bi gotina Washingtonê, piştgirî didin Supayê Pasdaran û rejîma Îranê ya mirovkuj.

Bessent got ku di nav kêmtirî du mehan de, tedbîrên Amerîkayê bandor li qatên cuda yên sektora neftê ya Îranê kirine.

Wî got jî ku aborîya Îranê wêran bûye, koma tankerên neftê yên veşartî kêm bûye, bendera sereke ya neftê vala maye û rêzêrvên neftê yên li deryayê jî xilas bûne.

Wezîrê Amerîkayê her wiha got ku gelê asayî yê Îranê bi krîzeke aborî ya mezin re rû bi rû dimîne, dema ku rejîm çavkaniyên welatê xwe li şûna pêşxistina jiyana gel, ji bo 'çalakiyên leşkerî û yên terorîstîxerc dike.'

Bessent diyar kir ku rêveberiya Serokomar Donald Trump êdî ne tenê dixwaze gefên Îranê kontrol û bidawî bike, lê dixwaze wê bi tevahî ji holê rake.

This item is part of
XS
SM
MD
LG