Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hilbijartina Nizar Amêdî Wek Serokomarê Nû yê Îraqê Pîroz Dike

Balyozxaneya Amerîka li Bexda
Balyozxaneya Amerîka li Bexda

Bayozxaneya Amerîka li Bexda îro Yekşemê di peyamekê de li ser platforma X'ê hilbijartina Nizar Amêdî wek serokomarê nû yê Îraqê pîroz kir.

Di peyamê de hat gotin Nûnerertîya Amerîkayê li Îraqê pîrozbahîyên xwe yên germ ji bo serok Nizar Amêdî ji bo hilbijartin û destbikarbûna wî wekî serokê Îraqê pêşkêş dike.

Balyozxane dinivîse "Em li bendê ne ku bi serokatîya nû ya Îraqê re bixebitin da ku ber bi paşerojeke serwer, aram û geş ji bo hemî Îraqîyan ve biçin, di çarçoveya hevkarîyeke hevbeş a sûdmend bi Amerîkayê re."

Serokomar Nizar Amêdî îro roja Yekşemê di merasîmek fermî de dest bikar kir, piştî ku roja Şemîyê di rûniştineke taybet ya parlamenê de wek serokê nû yê Îraqê hat hilbijartin.

Ji hejî gotinê ye ku hilbijartina birêz Nizar Amêdî wek berbijarê Yekîtî Niştîmanî Kurdistan tê naskirin bûye cihê nakokî û duberîyên kûrtir di navbera YNK'ê Partîya Demoqrata Kurdistanê(PDK) de.

PDKê dibêje wan nûnerên xwe yên endam parleman û yên ku di hikûmetê de kar dikin bang kirine da ku li ser mijarê danûstandinan bikin û bişêwirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG