Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biryara Hilweşandina Grûpên Çekdar ên Îraqî di Navbera Redkirin û Hewilên Lihevkirinê de

Rêberê Şî'î yê Îraqî Muqteda El Sedir roja Çarşema borî cudabûna tevahî ya koma çekdar ya Seraya El Selam ji "Tevgera Şî’a ya Niştîmanî" ragihand û biryar da ku wan tevlî hêzên dewletê bike û çek divê tenê di dest dewletê de be.

Ev banga Muqteda Sedir Rêberê oldar, ji gelek alîyên siyasî yên Îraqî û herêmî ve bi kêfxweşî hatbû pêşwazîkirin.

Lê çend roj piştî banga Sedir, ya "radestkirina çekên bêkontrol" û "hilweşandina milîşyayan" hin grûpên di nava Çarçoveya Hevkarîya Şî'a de yên weke Ketayîb Hizbullaha Îraqî û Esyaîb Ehil El-Heq ku girêdayî Îranê ne red dikin ku çekên xwe radest bikin.

Şirovekarê pirsên siyasî û Rêveberê Navenda Ragihandina Îraqî li Washington Dr. Nizar Heyder gote Dengê Amerîka "Ya eşkereye ku grûpên naxwazin çek di dest dewletê de be, grûpên girêdayî Îranê ne, ew destûrê Îraqê nas nakin, ew yasa û biryarên Fermandarê Hêzên çekdar ku Serokwezîrê Îraqê nas nakin, heta bawerîya wan bi lêvegerê olî yê bilind yê Şî'ayan li Necefê jî nîne."

Heyder dibêje "Birayara çekê di dest wan grûpan de bi tenê girêdayî biryara Tehranê û Murşidê Bilind e."

Dr. Ziyad El-Errar Şîrovekarê Pirsên Siyasî û Stratejî ji Bexda gote Dengê Amerîkayê "Helwesta ku ji aliyê birêz Muqteda El-Sedir ve derket, "weke her carê helwestek niştîmanî ye, ew her tim di berjewendiya Îraqê û berjewendiya giştî de biryaran dide."

Errar got ku "Duh Serokwezîr Elî El-Zeydî bi şandeke ji Tevgera El- Sedir re kombû, wan bi hevre behsa çawaniya tevlîbûn û mekanzîma lihevkirinê kirin û îro jî hin pêngav hatin avêtin."

Ziyad Errar herwiha got "Serokwezîr Elî El-Zeydî ji bo ragihandinê axivî û da zanîn ku wan bi hin grûpên çekdar yên weke Esyaîb Ehil El-Heq re têkilî danîne û hewil didin mîkanizmeyekê bibînin ku çekên xwe radest bikin û bigihin rêkeftinekê."

Errar, dibêje ku hikûmeta nû di nava hewildanên cidî de ye ku hemû grûpên çekar bikevin bin kontrola dewletê ji bo ku rewşa aborî, siyasî û ewlehîya Îraqê baştir bibe piştî ku alozî û girjîyên di dema şerê bi Îranê re çûbûne.

Ji hejî gotinê ye ku hin grûpên çekdar yên Îraqî ku alîgirîya Îranê dikin, di dema şerê bi Îranê re pêkhat, bingeh û berjewendîyên Amerîkayê li Îraqê, herwiha hin bingehên aborî û enerjîyê li Herêma Kurdistanê armancgirtibûn.

Amerîka bi domdarî hin ji grûpên çekdar ên li Îraqê û lîderên wan dixe di lîsta teror û di lîsta sizayan de.

This item is part of
XS
SM
MD
LG