Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Cengê Nasnameya Leşkerê Amerîkî ku li Hewlêrê Hatiye Kuştin Eşkere Kir

Leşkerîn Amerîkayê li Herêma Kurdistanê
Leşkerîn Amerîkayê li Herêma Kurdistanê

Wezareta Cengê ya Amerîkayê îro Sêşemê nasnameya leşkerekî Amerîkî ku girêdayî êrîşeke dronan a Îranê li Herêma Kurdistanê vê dawîyê hate kuştin, eşkere kir.

Wezaretê di daxuyanîyekê de got ku leşkerî çalak ê Amerîkî, ku di operasyonên derveyî welêt de li Herêma Kurdistanê xizmet dikir, di bûyerekê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniyê, Michael Emmanuel Swinton (30 salî), ji Fayetteville, Karolînaya Bakur, di 19'ê Tîrmeh a 2026'an de li Bingeha esmanî ya Hewlêrê li Herêma Kurdistana Îraqê hat kuştin.

Daxuyanîya Wezaretê diyar kir ku Swinston "Dema wî droneke yek arasteyî ya ku hatîye xistin kontrol û ji hev parçe dikir, jiyana xwe ji dest daye."

Wezareta Cengê da zanîn ku şert û mercên vê bûyerê niha di bin vekolînê de ne.

Swinton di Tabûra 2'an a yekeya 55emîn a Topxaneya Berevanîya Esmanî, ya girêdayî Fewca 108emîn a li Fort Bragg, Karolînaya Bakur de xizmet dikir.

Wezareta Cengê do Duşemê jî nasnameya herdu leşkerên Amerîkî ku 17'ê Tîrmehê di êrîşeke dronên Îranê de li Urdunê hatibûn kuştin, eşkere kir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG