Wezareta Berevanîyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand ku wezîrê derve yê welat Antony Blinken firotina bêtir ya guleyên topavêj û alavên din yên leşkerî ji Îsraîlê re bê nirxandina Kongresa Amerîkî pejirandîye.
Pentagonê eşkere kir ku nirxa giştî ya firotanê 147,5 mîlyon dolar e.
"Îsraîl wê şiyana zêde ya leşkerî li hemberî gefên herêmê û ji boxurtkirina berevanîya welatê xwe bi kar bîne." Pentagonê got.
Pentagonê herwiha destnîşan kir ku erka hemû welatan e ku cebilxaneyan li gor hiqûqa mirovî ya navneteweyî bi kar bînin.
Wezaretê herwiha da zanîn ku Blinken rewşek awarte ku pêdivî bi firotina cebilxaneyan demûdest ji Îsraîlê re pênase kiriye, loma jî hewceyî qonaxa nirxandin û razîbûna Kongresê nebûye.
Di vê mehê de ev cara duyê ye ku Rêvebirîya Biden bê nirxandina Kongresê firotina çekan ji Îsraîlê re erê dike.
Di 9’ê Kanûna Pêşî de, Rêveberîyê desthilata xwe ya awarte bikar anî da ku destûr bide firotina nêzî 14 hezar guleyên tankê ji Îsraîlê re.
Ev firotin di demekê de tê ku Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Kerta Gazayê zêde dike.
Amerîka zext li Îsraîlê dike ku li Gaza windahîyên sivîl kêm bike û bang dike ku di hefteyên pêş de şer hêdî bike û opreasyonan kêm bike.