Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîplomatên Amerîkayê û Kirgîzistanê li ser Pêşxistina Têkiliyên Dûalî Kom Dibin

State Department
State Department

WASHINGTON — Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio, îro Çarşemê bi Serokwezîrê Komara Kirgîzistanê, Adylbek Kasymaliev, re civî, da ku li ser pirsên sereke yên di têkiliyên navbera Amerîka û Kîrgizistanê de gotûbêjan bikin.

Li gorî daxuyaniyekê ku ji aliyê Cîgirê Berdevkê Wezaretê Tommy Pigott ve hatî dayîn, civîn li ser zêdekirina hevkariya di çend biyavên girîng de bû.

Daxuyanî dibêje "Wezîrê derve Rubio ji bo alîyê Kirgîzistanê tekezî li ser zêdekirina şert û mercên koçberîyê û zêdetir sepandina qanûnên koçberiyê kir û berpirsên Kirgîzistanê haydan ji bo bicihanîna yasayên navneteweyî yên derbarê koçberiyê."

Pirsên aborî, pêşxistina binesazîya aborî, xurtkirina têkiliyên dîplomasî beşekî giring yê danûstandinan bû. Rubio tekezî li ser weberhênan û xurtkirina binesazîya aborî ya Kirgîzistanê kir.

Weke daxuyanîya wezaertê dibêje ku herdu aliyan pabendbûna xwe ya ji bo berdewamiya diyalog û hevkariyê piştrast kirin. Amerîkayê niyeta xwe ya ji bo domandina têkiliyên çalak bi Kirgîzistanê re, di nav de bi rêya hevkariya herêmî di bin banê platforma dîplomatîk a C5+1 de diyar kir, ku ew hevkarîya di navbera Amerîka û welatên Asyaya Navîn de pêş dixe.

This item is part of
XS
SM
MD
LG