Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeke Amerîkî Serdana Hesekê Dike


Hêzên Amerîkî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Hêzên Amerîkî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Roja Sêşemê şandeke payebilind ya Amerîkayê bi serperiştiya Senatorê Amerîkî Lindsey Graham û Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê General John Brennan pêk dihat.

Şandeya Amerîkî serdana girtîgeha Gwêran , Kampa Holê li bajar Hesekê kir.
Ji aliyê xwe ve Rêveberiya kampê rewşa kampa Holê ji şandeya mêvan re ragihand.
Senatorê Amerîkî berî serdana xwe ya Sûriyê serdana Iraq û Tirkiyê kiribû û behsa projeya nêzîkbûna rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikûmeta Tirkiyê kiribû.

Li aliyekî din Roja Çarşemê, şandeke Hevpeymaniya Navdewletî ya şerê li dijî DAIŞê serdana bajarê Minbicê li bakurê Sûriyê kir û bi Encûmena Leşkerî ya bajêr re civiya.
Li gorî çavkaniyek leşkerî ji nava Mecilsa Leşkerî ya Minbicê di civîna bi şanda Kowalisyonê re di çarçoveyeke asayî de bû û operasyonên li dijî DAIŞê hatine gotûbêjkirin.

Ev serdanên şandeyên Amerîkayê di demekê dene ku gefên Enqerê li ser herêmên Rêveberiya Xweser zêde dibin.

Hêjayî bîrxistinêye ku birêz Graham di gotarekê de berî niha li ser malpera Fox News ê hatibû belavkirin , tekezî li ser pêwîstiya dîtina formekê hevseng kirbû ku peywendiya Amerîka û Tirkiyê biparêze û aramiyê ji bo erkê şerê li DAIŞê bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê misoger bike.

Li aliyekî din Rêveberiya Xweser doh 6ê mehê ji ber berdewamiya gef û êrîşên artêşa Tirkiyê li ser herêmê rewşa awarte ragihand.

Her wisa hate zanîn ku Tirkîye di nava du rojan de 3 caran hêz û çekên giran ber bi navçeya bakûrê Helebê ve şandine, şopîner bawedikin ku bajarokê Tilrefetê ku jêr kontirola rêveberîya xweser ya Efrînê de ye di nîşana êrîşa Tirkî ya pîlankirî de ye.
Li wê navçeyê bêtirî 300 hezar derbiderên Efrînî hene.

Li gorî agahîyên pêbawwer ku şanda Amerîkî ji bo HSD tekezî li ser agirbesta Oktobera 2019 an kir, û mesaca wan ku herêmên rojhilatê Firatê ji gefên Turkî parastî ye.

Hêjayî gotinê ye ku deverên bakûrê Helebê bi taybetî herêmên Şehba û Tilrefet ne li jêr deverên agirbesta Octobera 2019 an de ye.

Li gorî şopîneran ev yek sedeme ku Tirkî gefê ser wê herêmê didomîne, li alîyekî din dê bandoreke mezin ya mirovî li ser 300 hezar derbideran hebe.

Raporta Qamîşlo 70 07 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:55 0:00
XS
SM
MD
LG