Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêzîkbûna Amerîka Û Tirkiyê Û Bandora Ser Pirsa Kurdên Sûriyê


Dr. Kemal Sido u Ebdullah Gedo
Dr. Kemal Sido u Ebdullah Gedo

Roja Pêncşemê şanda Amerîka bi beşdarîya James Jeffrey nûnerê taybet yê Amerîka bo pirsên Sûriyê û şanderê taybet yê Amerîka Joel Rayburn, dawî li seredana xwe ya Sê rojî, ya Tirkiyê anî.

Şanda Amerîkî, li gel berpirsên Tirkiyê yên weke Hulusi Akar wezîrê berevaniya Tirkiyê û berdevkê serokatiya Tirkiyê Ibrahîm Kalin û Sedat Önal cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyê civiyan.

Herçende piştî bidawî hatina civîna û danûstendinên sê rojî, tu daxûyanî nehat weşandin, lê herdu aliyan tekez li ser pêşketin û encamên baş yên hevdîtinan kirin.

Lê şirovekar didin zanîn ku derbarê pirsgirêkên li Sûriyê û avakirina herêmeke parastin û ewlekariyê li ser sinor dê Amerîka û Tirkiye weha zû negihin lihev hatinan.

Gelek pirsgirêk di navbera Amerîka û Tirkiyê de hene, çi derbarê siyaseta navxwe ya serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan yan jî siyaseta derve, girêdayî pirsa Sûriyê dewleta Tirk naxwaze hêzeke kurdan ya çekdar li ser sinorên wê hebe, Amerîka jî Kurdan di çarçeva Hêzên Sûrya Demokrat "HSD" ê de weke hevpeymanek çalak yê şerê dijî rêxistina Îslamî ya tundrê dibîne.

Bo danûstendinên li ser vê mijarê û têkiliyên Amerîka û Tirkiyê û girêdayî wê rewşa Kurdên Sûriyê berêz Dr. Kemal Sîdo Şirovekar û Çalakvan ji Elmanya û berêz Ebdullah Gedo Endamê Desteya Siyasî ya hevpeymaniya Opozisyona Sûrî mêhvanên bernama Hest û Helwest bûn û ev mijar nirxand.

Hest û Helwest 07 05 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:43 0:00

XS
SM
MD
LG