Balyozê Amerîka bo Tirkîyê û nûnerê taybet bo Sûrîyê Tom Barrack rojên Duşem û Sêşemê ligel rêberên Kurd li Herêma Kurdistana Îraqê kom bû.
Barrack li ser platforma X'ê peyamek derbarê civînên xwe weşand û pesina wan da û got "kesên xort û ciwan di nava hewildanên nû de hêvî û hevkarîyên nû tînin nav şaristaniyeke kevin û şanaz - û di dîroka wê de serdemeke nû û bi hêvî tê afirandin."
Piştî ku do Duşemê li Hewlêrê ligel Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û û Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Baraznî re kom bû, ew îro Sêşemê ligel Serokê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî kom bû. Di civîna Silêmanîyê de, Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk Mezlûm Ebdî jî amade bû.
Talebanî di platforma X’ê de peyamek weşand ku wî pêşwazî ligel Barrack û Ebdî kir. Di civînê de Qubad Talebanî wekî endamekî payebilind ê serkirdayetîya YNK amade bû.
Talebanî got ku di civînê de tekezî li ser rewşa Kurdan li Sûrîyê û peymana di navbera HSDê û hikûmeta demkî ya Sûrîyê de hate kirin.
Di civînê de herwiha bal hate kişandin ser pêwîstîya bicîhanîna rêkeftina 29ê Çile û hevkarîya ji bo rakirina her astengîyekê ku rê li ber pêkanîna wê rêkeftinê digire.
Hemû aliyan pêwîstiya bi Sûriyayek ku rêzê li hemû civakên xwe digire, piştrast kirin û dê bi hev re bixebitin da ku alîkariya Sûriyê bikin ku bibe welatekî avaker li herêmê û di nava civaka navneteweyî de cih bigire.
Di peyameke taybet a Bafel Talebanî ya di platforma Xê de, ku Qubad Talebanî jî amade bûye pêşwazî li Mezlûm Ebdî fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat HSDê de tê kirin.
"Di civînê de, ku endamê Buroya Siyasî ya (YNK) Qubad Talebanî jî beşdar bû, rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hate nîqaşkirin."
Peyamê herwiha got, "General Mezlûm Ebdî behsa beşdarbûna xwe di Konferansa Ewlehîyê ya Munichê de kir û pêşketinên dawî yên rewşa Sûrîyê pêşkêş kir.”
Ji alîyê xwe, Ebdî ji bo helwest û piştgirîya YNK di şerê li dijî terorê de spasîyên xwe pêşkêş kirin.
Talebanî herwiha got, "Emê piştgirîyê bidin Rojavayê Kurdistanê da ku Sûrîye bibe welatek ku her kes xwedî maf û nûnertîya xwe be û hikûmeta wê cihêrengîya civaka Sûrîyê nîşan bide."