Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Kuştina Zanyarê Îranî Red Dike


Amerîka Kuştina Zanyarê Îranî Red Dike
Amerîka Kuştina Zanyarê Îranî Red Dike

Peyvdarê Seraya Sipî Tommy Veitor got destê Amerîka di teqîna ku Mustafa Ahmedî Roşa kuşt nebû. Wê herweha got ku Welatên Yekgirtî bi tundî vê êrîşê û hemû karên tundûtîjiyê şermezar dike.

Hillary Clinton, Wezîra Derve ya Amerîka jî berpirsyariya Amerîka di wê êrişêde red kir.

Çapemiya Îranî roja Çarşemê got ku du kesên nenaskirî bombeke magnetîk bi trimbêla Roşa ve danîn ku ji ber vê yekê ew û şofêrê xwe hatine kuştin û yekî peya birîndar bû.

Di daxuyaniyan de, Îranê Îsrael û Amerîka bi vê kuştinê tewanbar kir. Cîgirê Serokê Îranê, Mihemed Rîza Rahîmî ji televizyoneke hikûmetê re got ev bûyer nabe egera rawestandina pêşxistina çalakiyên welat yên atomî.

Herweha Îsraelê berpirsyariya xwe red kir. Lê roja Sêşemê Efserê Giştî yê Leşkeriya Îsraelê, Benny Gantaz gote qanûn-darêjan sala 2012 dê dijwar be bo Îranê ji ber ku gelek tiştên ne normal dê çê bibin.

XS
SM
MD
LG