Breaking News

Rubio: Washington Dixwaze Têkilîyên Xwe bi Libnanê re Berfireh Bike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Marco Rubio, îro bi boneya salvegera serxwebûna Libnanê, piştgirîya Amerîkayê ji bo wî welatî ragihand û got ku Washington dixwaze têkilîyên di navbera herdu welatan de, berfireh bike.

Gotinên Rubio di daxuyanîyeke Wezareta Derve ya Amerîkayê de hatin ku bi boneya salvegera 83’emîn a serxwebûna Libnanê hate weşandin.

Di daxuyanîyê de hatiye gotin, "Gelê Libnanê, hem li nava welêt û hem jî di nav revenda Libnanîyên li derveyî welêt de, şiyana xwe ya mezin û berxwedaneke bêhempa nîşan daye. Di vê boneyê de, Amerîka piştgirîya xwe ji bo Libnaneke bi tevahî serbixwe careke din piştrast dike; Libnaneke ku bi cîranên xwe re di aştîyê de be û tenê li hember hemwelatîyên xwe berpirsiyar be."

Serokê Libnanê, General Joseph Aoun, jî di peyama xwe ya di roja serxwebûna Libnanê de, got: "Gelê hêja yê Lubnanê, 83 sal ji serxwebûnê re derbas bûne, lê em hîn jî heman şerê xwe didomînin؛ şerê ku armanca wî ew e ku Libnan li ser axa xwe xwedî serwerî be û di biryarên xwe de azad bimîne. Ewlekariya gelê Libnanê bi pirbûna çekan û biryarên cuda nayê misoger kirin, lê bi hebûna yek dewletê, yek artêşê û yek desthilata rewa ya ku berpirsiyarîya parastina welêt hilgire, tê misogerkirin."

Di çend mehên borî de, Amerîka hewldanên xwe yên dîplomatîk, darayî û qanûnî zêde kirine da ku piştgirîyê bide serwerîya dewleta Libnanê û bandora Hizbullahê kêm bike.
Di meha Hezîranê de, peymaneke sêalî di navbera Îsraîl, Libnan û Amerîkayê de hate îmzekirin. Armanca wê dawîanîna pevçûnên di navbera Îsraîl û Libnanê de, berfirehkirina desthilata dewleta Libnanê, bêçekkirina Hizbullahê û zêdekirina belavbûna hêzên çekdar ên Libnanê bû.

Şahîya Roja Serxwebûna Libnanê
Şahîya Roja Serxwebûna Libnanê

Di meha Tebaxê de, herdu senatorên Amerîkî Jean Shaheen û James Lankford projeyasayek pêşkêş kir da ku piştgirîyê bidin sazîyên demokratîk ên Libnanê, desthilata dewletê berfireh bikin û hevkarîya leşkerî pêş bixin. Ev yek di heman demê de bi hewildanên astengkirina bandora Îranê li ser Libnanê û sepandina cezayan li dijî piştgirên Hizbullahê re jî hevdem bû.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê jî zextên xwe yên darayî zêde kirine. Ji meha Gulanê ve, wê gelek ceza li dijî kesayetîyên girêdayî Hizbullahê, hevkarên wan ên bazirganî û torên wan ên darayî sepandine.

XS
SM
MD
LG