Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Şerê Dijî Bazirganên Madeyên Hişber û Terorîstan Xurtir Dike

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê, Pete Hegseth, li dijî kartelên madeyên hişber daxuyanîyek tund da û got, “Li hember mirovên xirab, dê tiştên xirab werin kirin.”

Fox New di platforam xwe ya X'ê de gotinên Wezîrê Cengê Hegseth weşandin ku dibêje Amerîka dê rêbazên ji bo bersivdana li hember kartelên narkotîkê û rêxistinên terorîst ên diyarkirî bidomîne.

“Ji bo demeke dirêj, mirovên xirab tiştên xirab li ser mirovên baş di hundirê Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê û li seranserê Amerîkaya Navîn û Başûr dikin.”

Hegseth da zanîn ku ewê êdî vê yekê qebûl nekin, ewê bi tundî li hember mirovên xirab û terorîstan rawestin.

Hegseth herwiha diyar kir ku dê hêza hevkarên Amerîkayê zêde bikin da ku ew bikarin li hember kartel û bazirganên narkotîkê û rêxistinên terorîst ên diyarkirî bi hêzeke zêde tevbigerin.

Wî got: “Em ê xwe û hevkarên xwe yên baş hêzdar bikin… da ku bikarin li hember tundûtûjîyê û kartelên narkotîkê û rêxistinên terorîst ên diyarkirî de pir jêhatî bin.”

Hêjayî gotinê ye ku Rêveberîya nû ya Amerîkayê demek dirêje bi her awayî şerê bazirganên madên hişber dike, bi taybet li ser sînor û avên deryayî yên Amerîkayê bi hin welatên Amerîka Latînî ve girê didin.

Herwiha li gelek welatan bi alîkarîya hêzên navxweyî operasyonên hevbeş bi armanca girtinê ya kartel û bazirganên madên hişber pêkanîne, û li avên deryayî jî keştîyên ku madên hişber vediguhêzin bombe kirine.

This item is part of
XS
SM
MD
LG