Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Nûnerê Xwe Dihinêre Misirê


Amerîka Nûnerê Xwe Dihinêre Misirê
Amerîka Nûnerê Xwe Dihinêre Misirê

Welatên Yêkgirtî yên Amerîka balyozê xwe hinarte Misirê da digel karbidestêt Misirê kom bibe û destûdarî binirxîne.

Wezareta Derve ya Amerîka roja Sêşembî piştrast kir ku Frank Wisner bi navê hikûmeta Amerîka çûye Qahîrê.

Wisner balyozê Amerîka bu li Misirê ji sala 1986 heta 1991ê, û karbidestekê bilind gote rojnama New York Times ku ew dostekê serokê Misirê Hosnî Mubarekî ye.

Amerîka Nûnerê Xwe Dihinêre Misirê
Amerîka Nûnerê Xwe Dihinêre Misirê

Her roja Sêşembî, sinatorê Amerîka John Kerry ji rêzdar Mubarek xwest ku karvekêşana xwe bide.

Kerry, serokê Komîta Têkeliyên Derve li Civata Sinatoran got, ew di wê bawerê da ye ku ya giringe ku serokê Misirê vî destûdarî biguherit berev paşerojeka nû bo Misirê.

Li Anqerê, serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayib Erdogan ji rêzdar Mubarek xwest gohê xwe bide daxwazên gelê xwe bo guherînê.

XS
SM
MD
LG