Breaking News

Serok Trump Vegerandina Jensen Huang bo NVIDIAyê Baş Dibîne

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi hejmarek berpirsên Dewletê û CEOyên Saziyên Amerîkî re, di nav de CEOyê NVIDIA Jensen Huang.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi hejmarek berpirsên Dewletê û CEOyên Saziyên Amerîkî re, di nav de CEOyê NVIDIA Jensen Huang.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Duşemê di platforma xwe ya civakî ya Truth Social de piştgirî da biryara Desteya Rêvebir a NVIDIAyê ku Jensen Huang dîsa li posta rêveberê giştî (CEO) vegerandî.

Trump nivîsî ku Desteya Rêvebir "biryarek rast û guncaw" da û got ku Amerîka ji bo parastina serkeftin û soberoja NVIDIA û herwiha ji bo piştgirîkirina aboriya Amerîkayê pêdivî bi serokatiya Huang heye.

Serok Trump herwiha got ku hikûmeta Amerîkayê bawer nake ku vegera Huang bo NVIDIAyê metirsiyek ji bo ewlehiya neteweyî çêbike.

Li gor Trump, Wezîrê Dadê Todd Blanche, tu belge nedîtiye ku Huantêkildarî çalakiyên neyasayî bûye.

Trump di peyama xwe de Jensen Huang wek "welatparêzek mezin" û "xezîneyek neteweyî" binav kir.

Di heman demê de, Trump got ku divê NVIDIA lêkolîna xwe ya berfireh ya hundirîn berdewam bike, da ku piştrast bibe ku Kompanî bi yasa û rêgezên Amerîkayê yên derxistina teknolojiyê re tevahî pabend e û erkên xwe yên yasayî û neteweyî ji bo parastina ewlehiya Amerîkayê bi cih tîne.

Di dawiya peyama xwe de, Serok Trump pîrozbahî li Huang, Desteya NVIDIAyê, gelê Amerîkayê û tevahiya cîhanê kir.

Tê zanîn ku kompanîya NVIDIA roja Duşemê ragihand ku Jensen Huang dîsa vegerîya ser karê xwe wekî rêveberê giştî (CEO) yê kompanîyê, piştî ku gihîşt wê baweriyê ku ew ji bo ewlehiya neteweyî ti metirsîyekê çênake.

Ruters dibêje ku ev nûçe bû sedema zêdebûna bihayê stokên NVIDIAyê û ji bo %33 bilind bû, û dîsa bizav kete bazirganiya cîhanî ya teknolojiyên Jîriya çêkirî (AI), ya ku di vê mehê de hinek lawaz bûbû.

XS
SM
MD
LG