Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz bo Fox Newsê axivî û gotara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku roja Sêşemê di civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de pêşkeş kiribû nirxand.
Mike Waltz, di nirxandina axaftina Serok Trump a NY de, pesnê performansa Serok Trump da.
Waltz bal kişand ser rewşa Xezayê û plana Trump a bi navê “Board of Peace” Desteya Aştîyê û dûrxistina serokê berê yê Venezuelayê Nicolás Maduro ji desthilatdarîyê.
Wî got ku Trump di nav demeke kurt de ku ji salakê zêdetir e gelek tiştên girîng pêk anîne.
Waltz herwiha li ser beşdarbûna xwe di civîna Civata Giştî ya NY de kêfxweşîya xwe anî ziman û got, "Rêzgirtinek mezin e ku ez bikaribim di wê odeyê de rûnim."
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh Sêşemê 22'ê Îlonê li New York di Civata Giştî ya NY de gotarek pêşkeş kir û bal kişand ser Îranê û girjîyên li herêma Rojhilata Navîn û çendîn mijarên din yên giring.