Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdarê Hêzên Sûriya Demokrat :Reqqa bi Temamî Tê Dorpêçkirin


Yekîneyên Parastina Jin'ê (YPJ) - Sûriya

Peyvdarê hêzên Sûriya Demokrat ku ji aliyê Amerîka ve tên piştevanîkirin, dide zanîn ku ewê bajarê Reqqa bingeha serke ya çekdarên Daiş'ê bi temamî kontrol bikin, piştî ku doh şervanên wan riya sereke ya Reqqa û Dêrezorê bihev re girê dide qûtkirî.

Kontrolkirina riya sereke ya Reqqa û Dêrezorê ji aliyê hêzên Sûriya Demokrat ve, weke derbeyeke bihêz li Daiş'ê ketibe tê nirxandin.

Dewleta Îslamê "Daiş", di sê milên cûda de li Sûriyê ax û cihan ji dest dide, êrîşên yekê bo ser Daiş'ê ji aliyê bakûr de Hêzên Sûriya Demokrat bi piştevaniya Amerîka encam dide, ya duyan êrîşên leşkerê Sûrî bi piştevaniya Rûsya û ya siyan jî Hêzên Tirkiyê û yên opozisyona Sûrî li dij çekdarên Daiş'ê dicengin.

Peyvdarê Hêzên Sûriya Demokrat Tela Silo roja Sêşemê gote ajansa Reuters, "niha hemû riyên Reqqa bi cîhana derve girê didin hatine birîn, hêzên wan yên ji aliyê Amerîka de tên piştevanî kirin, hewil didin hemû gundên dewrûberên Reqqa bigrin û paşan Reqqa bi temamî kontrol bikin".

Silo herweha dibêje, li hind herêman hêzên wan 20 kîlometran dûrî bajarê Reqqa ne û çeperên şerî hêjî negihane peravên bajêr, lê niha ewê kontrola hemû gundên dewrûber bikin û paşan êrişî bajêr bikin.

XS
SM
MD
LG