Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Rijd e ku Heta Sala 2011ê Hêzên Xwe ji Îraqê Vekêşe


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Robert Gates rijt e ku hêzên Amerîka li wextê dîyarkirî li dawîya sala tê ji Îraqê bihêne vekêşan, herçend ku mezintirîn efserê leşkerê Îraqê daxwaz kirîye bo demekê dirêjtir bimînin.

Gates, roja Çarşemê gote rojnamevanan ku Amerîka û hikûmeta Îraqê li ser moleta vekêşana hêzên Amerîkî rêkeftîne. Wî got, heke hikûmeteke nû ya Îraqê hate pêkanîn û xwest ku li ser dirêj kirina demê hebûna hêzên Amerîkî biaxive, Amerîka dê amede be danûstandinan bike, lê pêdivî ye ku hikûmeta Îraqê wê pêşnîyarê bike.

Mezintirîn efserê leşkerê Îraqê dibêje, pêdivî ye ku Amerîka hêzên xwe heta sala 2020’an li Îraqê bihêle.

General Babekîr Zêbarî li konferanseke berevanî ya Baxdayê got, dê pêdivî bi 10 salên din hebe, heta ku leşkerîya Îraqê bikaribe parastina welatî misoger bike.

Peyîvdarê Seraya Spî Robert Gibbs roja Çarşemê gotîbû ku Amerîka her weku hatîye nexşe kirin, li dûmahiya vê mehê dê karê xwe yê çekdarîyê li Îraqê biqedîne. Wî got, Serok Barack Obama di wê bawerîyê de ye ku, leşkerê Îraqê dikare parastina welatî bi dest xwe ve bigire.

Pêncî hezar serbazên Amerîkî wekî hêzeke veguhastina desthilatê dê, li Îraqê bimînin. Armanca Rêzdar Obama ew e ku heta dawîya sala 2011 hemî hêzên Amerîkî ji Îraqê bêne vekêşan.

XS
SM
MD
LG