Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio Ser Îranê bi Endamên Payebilind ên Kongresê re Kom Dibe

Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio
Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio

Biryar e Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Sêşemê di civîneke nepenî de endamên payebilind ên Kongresê "Koma Heştan" li ser rewşa girêdayî Îranê haydar bike.

Li gor medyaya Amerîkî, ev yek di demekê de tê ku hikûmeta Amerîkayê li ser kiryareke leşkerî ku dibe li dijî Komara Îslamî were encamdan difikire.

"Koma Heştan" mebest ew heşt endamên payebilind ên Kongresê ne, ku li gor yasayê divê hayê wan ji agahîyên herî veşartî yên ewlekarî û zanyarî hebin.

Li gor rojnameya Politico, civîn dê li Koşka Sipî were lidarxistin û rêberên Civatên Nûneran û Senatoyê, ligel serok û endamên payebilind ên komîteyên zanyarî yên herdu civatan dê beşdar bibin.

Biryar e ku civîn tenê çend demjimêran berî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump gotara xwe ya salane li Kongresê pêşkêş bike, pêk were.

Hikûmeta Amerîkayê di hefteyên dawî de hebûna xwe ya leşkerî li Rojhilata Navîn zêde kiriye, di heman demê de li ser kiryareke leşkerî li dijî Komara Îslamî difikire. Her çend Trump hîn biryareke dawî nedaye, wî hişyarî da ku dê "tiştekî pir xirab" bibe eger Tehran li ser programa xwe ya navokî negihêje rêkeftinekê.

Politico dibêje ku ev gav nîşan didin ku li Washington di nav şêwirmendîyên navxweyî de ye ser çawanîya danûstandina bi Komara Îslamî re di nav alozîyên zêde yên li ser bernameya wê ya navokî û çalakîyên din de ye.

Du çavkanîyan roja Duşemê ji rojnameya Jerusalem Post re gotin ku serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rubio ya Îsraîlê jî hatiye paşxistin.

Li gor raportê, biryar e Rubio di Adarê de serdana Îsraîlê bike.

Serdana Rubio dê piştî gera sêyemîn a danûstandinên navokî yên di navbera Amerîka û Komara Îslamî de be, ku biryar e roja Pêncşemê li Cinêvê destpê bike.

XS
SM
MD
LG