Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Serokê Sûrî Rewabûna Xwe Hinda Kir


Amerîka: Serokê Sûrî Rewabûna Xwe Hinda Kir
Amerîka: Serokê Sûrî Rewabûna Xwe Hinda Kir

Amerîka dibêje, Serokê Sûrî Beşar El Esed “rewabûna xwe hinda kir” û Fransa jî careke din banga Civata Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî dike ku di kêşeya berdewam de pêngavan bavêje.

Di xûrtirîn şermezarkirina birêz Esed de, Wezîra Derve ya Amerîkî Hillary Clinton got, divê rêberê zordar Esed bizane ti kes ne mecburî wî ye.

Serokwezîrê Fransî Francois Fillon jî îro Sêşemê got, bi derbazbûna her rojeke dijwartir dibe ku birêz Esed li ser deshilatê bimîne.

Fillon her wiha ji radyoya Europe-1 re got, bêdengîya Civata Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî nayê qebûl kirin û Rûsya û Çîn rê li ber biryareke Neteweyên Yekbûyî ya li ser Sûrîyê digirin.

Wezîra Derve ya Amerîkî Hillary Clinton êrîşên li dijî balyozxaneya Amerîkî û xanîyê balyozê Amerîkî û her wiha yên dijî balyozxaneya Fransî li Şamê şermezar kir.

Xanim Clinton Sûrîye tawanbar kir ku hewil dide bala civata giştî ji tepeserkirina zordar bizivrîne ser tiştên din. Wê got, berpirsîya Sûrîyê heye ku nûnerên dîplmatîk yên welatên din biparêze.

Wezîra Derve Clinton her wiha got, Sûrîyê alîkarî ji Îranê wergirt ku gelê Sûrî bieciqîne.

XS
SM
MD
LG