Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Amerîkî Keştîya Girêdayî Bazirganîya Madên Hişbir li Okyanosa Pasîfîkê Binav Kir

U.S. military forces, in support of the Department of Homeland Security, apprehended Motor Vessel Sagitta, an oil tanker linked to Venezuela, January 20, 2026.
U.S. military forces, in support of the Department of Homeland Security, apprehended Motor Vessel Sagitta, an oil tanker linked to Venezuela, January 20, 2026.

Fermandarîya Başûr ya Hêzên Amerîkî li Okyanosa Pasîfîkê keştiyek ku têkilîya wê bi bazirganîya madeyên hişbir hebû rawestand û paşê binav kir.

Li gorî Fermandarîya Başûr ya Hêzên Amerîkî (SOUTHCOM), keştî weke êztgeheke sotmenîyê di avên deryayî de ji bo torên bazirganîya qaçax a madên hişbir dihat bikaranîn.

Fermandarîya Başûrê ragihand ku agahîyên îstîxbaratî dan zanîn ku keştî bi rêxistina narkotîkê ya bi navê “Los Choneros” ve girêdayî ye. Amerîka Los Choneros wekî rêxistineke narko-terorîst binav dike.

Li gorî daxuyanîyê, berî ku hêzên Amerîkayê keştîyê binav bikin, endamên tîmê ji keştîyê hatine derxistin. Kesên ku li ser keştîyê bûn paşê radestî desthilatdarên Ekvadorê hatin kirin.

Ev operasyon di demekê de pêk hat ku hêzên Amerîkayê dibêjin ew li hember tor û rêxistinên têkildarî qaçaxçîyên bazirganîya narkotîkê li seranserê avên deryayî yên li Rojavayê Amerîkayê operasyonên xwe didomînin.

Daxuyanî dibêje, ku armanca van operasyonan astengkirina torên bazirganîya narkotîkê û armancgirtina kes û rêxistinên ku bi van çalakîyan ve gêrdayî ne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG