Breaking News

Washington Pêşwazîyî li Pabendiya Sûrîyê ji Bo Têkoşîna li Dijî DAIŞê Dike

Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez kir ku Washington pêşwazîyê li hebûna hevkarîya hikûmeta Şamê dike ku bi têkoşîna li dijî DAIŞê re pabend e.

Ajansa Reutersê roja Duşemê ragihand ku Amerîka li ser planekê gotûbêj dike ku li gor wê leşkerên Sûriyê di warê rakirina mayînan û poçkirina cebilxaneyên neteqiyayî de werin perwerdekirin.

Li gor pênc kesên ku bi gotûbêjên li ser vê pêşniyarê agahdar in, didin zanîn ku ev dikare bibe yekemîn erkê perwerdehiyê ya Amerîkayê bi artêşa Sûrîyê re ji dema ku hêzên opozîsyona çekdar ên berê di sala 2024an de li Şamê gihîştin desthilatdariyê.

Li gor çavkaniyan, pêşniyara erkeke perwerdehiyê ya pirneteweyî hîn jî bi hin astengên yasayî li Amerîkayê û herwiha bi gumanbariya hin endamên artêşa Sûrîyê re rûbirû ye.

Her çend wisa be jî, ger ev plan pêşve here, dibe ku hejmarek biçûk ji hêzên Amerîkayê di sala bê de vegerin Sûrîyê.

Ev jî dê salek piştî bidawîbûna erkê deh salan ê Amerîkayê ya şerê li dijî Daişê pêk were.
Çar ji van çavkaniyan got ku bernameya destpêkê dê bi taybetî li ser rakirina mayînan û rêbazên ewle yên tevgerê bi cebilxaneyên ne teqiyayî rawestin. Li gor wan, ger ev bername serkeftî be, dikare bibe bingehek ji bo pêşxistina hevkariyek leşkerî ya firehtir di navbera her du aliyan de.

Pêşniyar li ser bingeha Navenda Koordînasyona Şamê (DCC) hatiye avakirin, ku sala borî li Urdunê hate damezrandin da ku hevkariya di navbera desthilatdarên Sûrîyê, hêzên Amerîkayê û hevalbendên herêmî de hêsan bike.

XS
SM
MD
LG