Kovara Time di roja Çarşemê de hunermenda sitranbêj Taylor Swift destnîşan kir wekû kesitîya herî navdar ya salê.
Ev biryar hat piştî hefteyekê ji ragîhandina encamên platform û çavkanîya sitranên cîhanê Spotify ku Swift hunermenda herî zêde ku lê tê guhdarkirin li ser platforma wê.
Swift hate neqandin ji nav 9 berbijêran ku di rêza serekî de bûn ji bo bijartina kesitîya salê , ku ji nav wa Barbie, Qiral Charles III, û serokê rêvebir ê OpenAI Sam Altman, û hinî din jî di nav de bûn.
"Bi ser ku hezkirîyên wê bi dehsalan zêde dibûn lê vê salê wê guhertinek pir mezin ku di vê salê de Swift ya 33 salî, celebek hevgirtina navokî bi dest xist: huner û bazirganî bi hev re belav kir da ku hêzek dîrokî û erînê parve ke," Time ser vê pijrandinê got.
Her wiha di nav sala wê de gera wê ya muzîkî a bi navê Eras Tour hebû û fîlimê konsera wê ya pir dengdayî, û wekî din jî derxistina albûma wê ya '1989' ku ji nû ve hatibû kişandin û pêwendîya wê ên ji nêzve bi Travis Kelce, serokê Kansas City re, ev tev de ji alîyê ragîhandina giştî ve hatibû şopandin.
Taylor Swift kî ye?
Taylor Alison Swift di 13 Kanûna sala 1989 de li West Reading, Pennsylvania ji dayik bûye.
Ew sitranbêj û sitranivîsek Amerîkî ye.
Swift di 14 salîya xwe de dest bi sitranbêjîya profesyonel kir û di 2005-an de peymaneke bi Big Machine Records re îmza kir ku bibe sitranbêjek gelêrî.
Swift şeş albûmên ku di stûdyoyê de hatine tomarkirin derxistîye, û bi albûma xwe ya 2006-an dest pê kir. Paşê wê, Fearless (2008), û sitranên wê "Love Story" û "You Belong with Me" wê ber bi navdarîyê şand.