Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hefteya Bihê Şanda Amerîka Seredana Tirkiyê Dike


Arşîv
Arşîv

Îbrahîm Kalin Peyvdarê serokê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan Çarşemê ragihand ku, Tirkiye û Amerîka dê derabrê piştevaniya Amerîka bo YPG'ê, radest kirina kesatiyê oldar Fethula Gulen û dadgehkirina karsazê Tirk hefteya bihê dê danûstendian encam bidin.

Xalên ku, dê di civînên herdu aliyan de êne behis kirin, weke sedemên"jehirî bûna" têkiliyên di navbera Amerîka û Tirkiyê de, tên naskirin.

Îbrahîm Kalin di prêskonferansa rojnamegerî de li Enqerê da zelal kirin ku, mijarên bûne sedema têkçûna têkilyên herdu welatan dê ligel Rex Tillerson wezîrê derve yê Amerîka û şêwirmendê Ewlekarîya Netewî H.R McMaster êne behis kirin ku dê hefetya bihê seredana Tirkiyê bikin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku, vê dawiyê têkiliyên Amerîka û Tikriyê têkçûne, bi taybet piştî Amerîka dest bi çek kirina Kurdan kirîye li Bakurê Sûriyê.

XS
SM
MD
LG