Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongresa Amerîkayê Rewşa Demokrasîyê li Tirkîyê Gotûbêj Kir

Kongresa Amerîkayê
Kongresa Amerîkayê

Komîsyona Mafên Mirovan a Tom Lantos, ku komîteyek hevbeş a Komarî û Demokratan, a Civata Nûneran a Amerîkayê ye, roja Çarşemê li ser çarenûsa demokrasî û rêveberîyê li Tirkîyê rûniştineke guhdarîkirinê lidar xist.

Di civînê de hat gotin ku rewşa azadîyê li Tirkîyê xirabtir dibe.

"Piştî partîya desthilatdar di hilbijartinên dawî de hin dengên xwe winda kirin, hikûmeta Tirkîyê zextên xwe yên li ser opozisyona siyasî, medyaya serbixwe, civaka sivîl, kêmneteweyên olî û rexnegirên gumanbar ên li hundir û derveyî welêt zêde kirine."

Nûnerê Komarî Christopher H. Smith ê wîlayeta New Jersey, ku serkêşîya rûniştinê kir, got ku "Tirkiye ji xala bêveger nêzîk bûye."

Smith got ku hikûmeta Serok Recep Tayyip Erdogan sazîyên demokratîk pir lawaz kirine û desthilatdarî xistine destê xwe "bi awayekî ku gelek zehmet e êdî azadîya sivîl û siyasî vegere wî welatî."

Endamê Kongresê yê Komarî got: "Heta welatîyên Amerîkî yên bi regez Tirk jî bi şopnandin û çavdêrîyê re rû bi rû ne." Wî herwiha behsa girtina bi hezaran çalakvan û rojnamevanan li Tirkîyê kir.

James McGovern, Endamê Demokrat ê ji Massachusetts, got ku çend rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî di salên dawî de rewşa li Tirkîyê rexne kirine.

Henri Barkey, lêkolînerê payebilind ê Rojhilata Navîn li Komîteya Têkilîyên Derve, di rûniştinê de got ku sazîyên dewletê li Tirkîyê, dadgeh, medya, sazîyên hilbijartinê û "heta destûr jî hêdî hêdî dibin amûrên desthilatdarîya yek mirovî ji bo xatirê ku ew kes di desthilatê de bimîne."

Li gor Barkey, "Tiştê ku di deh salên borî de qewimîn ne tenê paşveçûneke bingehîn a demokrasîyê ye, lê derketina sîstema desthilatdarîya takekesî ye."

Andrew O’Donohue, zanyarê siyasî li Zanîngeha Harvard, ji endamên Kongresê re got ku Tirkîye niha di "xaleke werçerxê ya tirsnak" de ye ku tê de hilbijartin "ne dadwer in, lê dîsa jî pêşbazî heye." Wî got, ew welat ber bi wê rêyê ve diçe ku hilbijartin êdî nikarin guhertinên siyasî bînin.

Ev nîgeranîya nûnerên Amerîkî di demekê de tên ku Tirkîye hevpeymanek stratejîk ya Amerîkayê ye û cihekî bihêz di NATO'yê de heye.

Serok Donald Trump çend caran pesna têkilîya xwe yên bi Serok Erdogan re ragihandîye, tevî ku gotîye ew ji bo danûstandinan "kesekî bi zehmet" e.

Biryar e NATO di destpêka Tîrmehê de li Tirkîyê Hilcivîna xwe lidar bixe. Wezîrê Derve Marco Rubio roja Çarşemê got ku Serok Trump dê beşdarî civînê bibe.

This item is part of
XS
SM
MD
LG