Nûnerê Serokê Amerîkayê Steve Witkoff û Şêwirmendê Payebilind û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Jared Kushner, dê dawîya vê hefteyê ji bo gotûbêjên li ser bidawîkirina şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, herin Mosko û Kîevê.
Malpera Axios îro Înê ragihand ku ev ê bibe serdana yekem a Witkoff û Kushner bo Kîevê be di gera duyem a seroktîya Donald Trump de.
Witkoff û Kushner cara dawî di meha Çileyê de serdana Moskovê kiribûn û ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin civiyabûn.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy roja Pêncşemê ragihand ku nûnerên Trump dê di rojên pêş de werin Mosko û Kîevê.
Danûstandinên dawî yên di navbera Rûsya û Ukraynayê de ku bi navbeynkarîya Amerîkayê hatibûn kirin, di meha Sibatê de çêbûn.