Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibêje Hevkarîya bi Nejîrya re Daişê Lawaz Dike

Hêzên Amerîkî îro Înê ragihand ku Amerîkayê piranîya hêzên xwe yên jibo şerê dijî çekdarên Daişê li Nejîryayê vekişandine û ew niha piştgirîya îstîxbaratê didin wî welatî.

General Dagvin Anderson, Fermandarê Fermandarîya Amerîka li Afrîqayê (AFRICOM) ev agahî roja Pêncşemê li Angolayê ragihand, piştî konferanseke karbidestên berevanîyê yên Afrîqayî.

"Me piranîya hêzên xwe yên ku tenê ji bo wê operasyonê li wir bûn vekişandin, lê em hevkarîya ku Nejîryayê jibo berdewamîya parvekirina îstîxbaratê xwestîye, didomînin," wî got.

Di meha Gulanê de, hêzên Amerîkî û Nejîryayî li bakur û rojhilatê Nîjeryayê dijî çekdarên Daişê operasyoneke leşkerî pêk anîn, ku di encamê de Ebû Bîlal el-Minukî, duyemîn fermandarê Daişê yê cîhanî, hat kuştin.

Hêjayî bal kişandinê ye ku ew operasyona piştî êrîşa Amerîkî ya roja Krismisê li dijî çekdarên Daişê bi fermana Serok Donald Trump hatibû destpê kirin.

Trump gotibû çekdarên Daişê li welatê Afrîqayî Kristîyanan dikin armanc.

General Anderson di gotara xwe de ya li konferansa roja Pêncşemê li Angola opreasyona hevpar ya Amerîka-Nejîrya ya Gulanê wekî modelek jibo hevkarîya ewlehîyê ya siberojê ya li Afrîqayê pênase kir.

Anderson destnîşan kir ku operasyona li herêma Gola Çadê ya Nejîryayê nêzîkatîya Washingtonê daye berçavan, ku Washingtonê kanînên şarezayî dabîn kirîye lê hiştîye ku hevkarên wê yên Afrîkî rêberîya operasyonên ewlehîyê bikin.

Wî anî ziman ku hevkarîya bi Nîjeryayê re bi rengekî berbiçav alîkarîya lawazbûna rebertîya Daişê kirîye û got ku bandora vê hevkarîyê ya ser tora navneteweyî ya rêxistina çekdar ji

Wî herwiha got ku di operasyonê de ne tenê fermandarên herêmî, lê hevdem torên ragihandin û kanînên berfireh yên Daişê jî hatine têk birin.

Anderson da zanîn ku di encama operasyonê de revîn û radestbûnên nav çekdarên Daişê yên li bakurê rojhilatê Nîjeryayê zêdetir bûne.

Konferansa sê rojî li paytexta Angolayê, Luanda, bi beşdarîya rêberên leşkerî yên 35 welatên Afrîqî ve, ligel nûnerên Amerîka û Brazîlê ve hat lidarxistin.


This item is part of
XS
SM
MD
LG