Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Keştîya Firokhilgir USS George H.W. Bush Gihîşt Rojhilata Navîn

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Pêncşemê ragihand ku keştîya cengê ya firokhilgir USS George H.W. Bush (CVN-77), gihîştîye Rojhilata Navîn.

CENTCOM li ser platforma X'ê got ku keştîya firokhilgir ji Okyanûsa Hindî gihiştîye.

Keştiyên firokhilgir ên ji celebê Nimitz komeke keştîyên firokhilgir ên mezin in ku bi enerjîya navokî ji alîyê Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ve têne bikar anîn. Ev cure keştî di nav mezintirîn keştîyên şer ên ku heta niha hatine çêkirin de ne.

Karbidest dibêjin ku hebûna keştîyên firokhilgir şiyanên bersivdana bilez xurt dike, operasyonên esmanî zêde dike, çavdêrî û livandina hêzê li seranserê herêma ku lê dimînin fireh û bilez dike. Ev yek rêyên avê yên sereke yên wekî Tengava Hormuzê vedihewîne kontrol dike.

Hêjayî gotinê ye ku CENTCOM îro Pênşemê çend peyam derbarê şiyanên leşkerî û belavkirina hêzê li avên deryayî yên li herêma Rojhilata Navîn weşandin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG