Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Peymana Neftê ya bi Venezuela re Dibe Mezintirîn Peyman be di Dîroka Amerîkayê de

Serok Trump di Kongreya Komarîyan de li Dallas
Serok Trump di Kongreya Komarîyan de li Dallas

Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva borî dema di Kongreya Komarîyan ya li Dallas de amade bû, di beşekî axiftina xwe de bal kişand ser peymana petrolê ya bi Venzuelayê re û got ku peymana neftê ya nû bi Venezuela re “dibe ku mezintirîn peymana di dîroka welatê me de be.”

Serok Trump got ewqas petrola me ya rêzerve çêbûye ku tê gotin têra 500 salan dike. Û hûn dizanin, li Venezuelayê, hûn çawa petrolê dibînin?

Trump herwiha kompaniyên Exxon û Chevron bi mînak anî û got ku ew kompaniyên mezin in, gelek pere ji bo lêgerîna neftê xerc dikin, lê li Venezuela carinan nîşanên neftê li ser rûyê erdê jî têne dîtin.

Trump weke ku îşaretê bo kompanîyên hilberîna petrolê dide û got ku li Venezuelayê, tiştê ku hûn dikin lêgerîn û şopandin e. Hûn li erdê dinêrin. Û hûn erdê dibînin ku bi petrolê şil bûye, û hûn dibêjin, "Werin em li wir platforma xwe ava bikin." Bi rastî tiştek mîna wê tune ye, û têkiliyek me ya gelek baş heye."

Di çarçoveya peymanê de, kompaniya taybet North American Blue Energy Partners (NABEP) mafê pêşxistina van zeviyan ji bo demeke dirêj digire. Hikûmeta Amerîkayê jî 35% para xwe di kompaniyê de digire û mafên taybet ji bo kirîna beşek ji petrolê û hilberîna wê heye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG