Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kompaniyên Amerîkî Dê Zeviyên Petrolê yên Venezuelayê Birêve Dibin

OPEC Meeting
OPEC Meeting

Kompaniyayên Amerîkî dê zeviyên Petrolê yên ku di dest Çîn û Rûsyayê de bûn li Venezuelayê dixe dest xwe û dê birêve bibin.

Li gorî Reuters û du berpirsên Amerîkî, 'North American Blue Energy Partners' dê kontrola zeviyên petrolê yên Venezuelayê bistîne ku berê ji hêla pênc kompaniyên Çînî û yek kompaniya Rûsî ve dihatin xebitandin.

Ev gav beşek ji peymaneke berfireh a enerjiyê ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Venezuelayê re ragihandî ye.

Di çarçoveya 14 peymanan de, kompaniyên Amerîkî dê roleke mezin di sektora petrolê ya Venezuelayê de bistînin û bandora Çîn û Rûsyayê kêm bikin.

Trump got ku Amerîka bi sektora taybet dikare bigihîje nêzîkî 64 mîlyar bermîl rezervyên petrolê yên Venezuelayê.

Kompaniyên Amerîkî gotin ku kontrola karkirinê di zevîyên petrolê de di dest wan de ye, û hikûmeta Amerîkayê jî pişka wê dê 35% be ê mafê îmtiyazê yê dest gehiştina 20% yê berhemanîna kompaniyê.

Koşka Spî amaje bi wê yekê da ku Komaniyê mafek pêşwext daye ku Wezareta Derve dikare 80% ji berhemê mayî ya hilberîna petrola Venezuelayê bikire.

Amerîkayê dîsan dê mafê veto'yê li ser kargêrî û rêveberîya kompaniyê hebe.

Hêjayî gotinê ye ku North American Blue Energy Partners (NABEP), şîrketeke taybet a lêgerîn û hilberîna petrolê ye ku xwediyê wê karsazê Venezuelayî Alejandro Betancourt López e.

This item is part of
XS
SM
MD
LG