Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo Piştgirîya Hêzên Afgan Êrîşên Esmanî li Dar Xistine


Amerîka bo piştgirîya hêzên hikûmeta Afganistanê, ku bi di bin zextên Talîbanê de maye, dijî wê rêxistinê êrîşên esmanî li dar xistin.

Berdevikê Pentagonê John Kirby roja Pêncşemê ji rojnamevanan re da zanîn ku wan bi êrîşên esmanî piştgirî daye hêzên Afgan, lê ti hûrgilî neda.

Talîbanê ragihand ku di êrîşên esmanî yên li Kandaharê de sê şervanên wan hatine kuştin û du maşîneyên wan jî hatine peqandin.

Wê rêxistinê êrîşên Amerîka şermezar kirin û da zanîn ku bi êrîşan lihevkirina li Doha hatiye binpê kirin.

Li gor lihevkirina li Doha, ku di dewra Serokê berê Donald Trump de çêbûbû, Talîban dê li gor lihevkirinên ewlekarîyê tevbigerîya û hêzên bîyan yên li Afganistanê jî dê heta Gulanê ji wî welatî derketana.

Serok Joe Biden di meha Nîsanê de da zanîn ku hêzên Amerîka dê heta 11’ê Îlonê vekişin û Talîbanê ser vê biryarê bertek nîşan dan.

Ji biryara Biden vir ve Talîbanê êrîşên xwe pirtir kirine û tundûtûjîya li Afganistanê gurtir bûye.

XS
SM
MD
LG