Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka 3000 Leşkerên Din Dişîne Afganistanê


Leşkerekî Amerîkî li Afganistanê
Leşkerekî Amerîkî li Afganistanê

Wezîrê Berevanî yê Amerîka James Mattis dîyar kir ku ewê bi qasî 3000 leşkerên din bişînin Afganistanê.

Mattis da zanîn ku fermana veguhadtinê gihaştîye piranîya leşkeran.

Wezareta Berevanî di meha Tebaxê de dîyar kiribû ku li Afganistanê 11,000 leşkerên Amerîkî hene.

Serokê Amerîka Donald Trump, dest ji gotinên xwe yên dema hilbijartinê şûştibû û berpirsîya siyaseta Afgsnistanê ya dewra Barack Obama girtibû ser xwe.

Trump di meha Tebaê de gotibû ku berovajîya vekişandina ji Afganistanê, ewê hejmara leşkerên Amerîkî li wî welatê zêdetir bikin.

Amerîka, 16 salên berê dest bi maytekirina Afganistanê kiribû.

Serok Trump dîyar kiribû ku ewê bala xwe bidin ser têkoşîna bi Talîbanê re.

XS
SM
MD
LG