Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Amerîka Dê ji Almanya bi Qasî 10,000 Leşkerên Xwe Vekişîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Amerîka dê ji Almanya bi qasî 10,000 leşkerên xwe vekişîne.

Reutersê ji zarê karbidestekî payabilind yê Amerîkî dîyar kir ku Serok Donald Trump ferman daye Pentagonê ku leşkeran bîne.

Wî karbidestî da zanîn ku 9,500 leşker dê li Polonya û welatên din yên hevalbend werin bi cîh kirin û hin ji wan jî dê vegerin Amerîka.

Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) di rojên borî de dabû zanîn ku Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî Robert O’Brien biryarnameya ser vekişandina leşkeran îmza kiriye.

WSJ dîyar kiribû ku vekişandina leşkeran dê di meha Îlonê destpê bike û li Almanya dê 25,000 leşkerên Amerîkî bimînin.

XS
SM
MD
LG