Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Amerîka û Brîtanyayê welatîyên xwe yên li Nîjerya hişyar kirine.
Reutersê da zanîn ku karbidestên Amerîka û Brîtanya dîyar kirine ku li Abuja ya paytexta Nîjerya gumana êrîşeke terorî heye.
Karbidestên Amerîka û Brîtanya dibêjin gumana êrîşeke terorî bi taybetî li dora îbadetgehan, dibistanan û avahîyên hikûmetê zêde ye.
Dewleta Îslamî di Tîrmeha de berpirsîya êrîşeke li Abuja ya paytext girtibû ser xwe.
Di encama wê êrîşê de, ku li dora girtîgehekê li dar ketibû, pirtir ji 400 girtî serbest mabûn.
Balyozxaneya Amerîka ya li Nîjerya dîyar kir ku li Abuja rîska êrîşeke terorî zêde ye û da zanîn ku ewê balyozanxaneya heta ragihandineke nû xizmetên xwe sînordar bike.
Brîtanya jî bang li welatîyên xwe yên Nîjerya kir ku bo rîskên êrîşeke terorî baldar bin.
Wezareta Derve ya Nîjerya ser hişyarîyên Amerîka û Brîtanya ti şîrove nekir.