Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Brîtanya Dijî 8 Karbidestên Din yên Hamasê Tole Ragihandin


Dîmenek çekdarên Hamasê (Arşîv)
Dîmenek çekdarên Hamasê (Arşîv)

Amerîka û Brîtanya îro Çarşemê, piştî êrîşa kujer ya koma çekdar Hamasê 7’ê Cotmehê li Îsraîlê, dijî 8 kesên tekildarî Hamasê ne tole ragihandin.

Ofîsa Kontrolkirina Samanên Biyanî ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîka (OFAC) got ku toleyên nû heşt kesên ku li Tirkîye, Lubnan, Gaza û Beytlehmê dikin armanc.

OFAC’ê dîyar kir ku ew kes nûnertîya Hamasê dikin û bi rêvebirina rewşa darayî ya wê rêxistinê re alîkarîyan komê dikin.

Brian Nelson, Cîgirê Wezîrê Xezîneyê jibo Terorîzm û Îstixbarata Aborî yê Amerîka, derbarê toleyên nû yên dijî Hamasê daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Nelson ragihand ku Hamas hîn jî bi rêka toreyên karbidest û sazîyên girêdayî xwe yên xurt bicîhkirî kiryarên xwe didomîne û bi çewtî karanîna qanûnan kempeynên bexşandinînên diravî bo berjewendîya komê bikar tîne.

Karbidestê Amerîkî bal kişand ku Hamas wan dahatên ne qanûnî jibo piştgirîkirina çalakîyên xwe yên leşkerî li Gazay jî bi kar tîne.

"Em jî wek hevbend û hevkarên xwe, bo lawazkirina kanîna Hamasê ya fînansekirina bêtir êrîşan û bêaramîkirina herêmê, ser karanîna amûr û desthilatdarîyên xwe yên hevpar disekinin," Brian got.

Li gor daxuyanîya OFAC’ê, 3 ji 8 kesên ku tole li dijî wan hatine ragijandin li Tirkîyê ne.

OFAC’ê nasname û têkilîya wan ya bi Hamasê re bi vî rengî rave kir:

Harûn Nasir Mansûr Yaqûb Nasir El-Din (Harûn Nasir El-Din): Berpirsê ofîsa Hamasê ya Orşelîmê û yek ji xebatkarên darayî yên serekî yên Hamasê li Tirkîyê ye.

Harûn Nasir El-Dîn herwiha di toreke ku ji Tirkîye û Gazayê dirav dişîne navenda fermandarîya Hamasê li Hebronê, li Kenara Rojava de cîh digire.

Ew bi berpirsê payebilind yê Hamasê yê ku ji hêla Amerîka ve hatiye tole kirin kirin Salih El-Arûrî re kar kiriye da ku bo zêdetir alozîyên li Kenara Rojava piştgiriya darayî bide çalakîyên Hamasê.

Jihad Muhammad Shaker Yagmur (Jihad Yagmur): Nûnerê fermî yê Hamasê li Tirkîyê ye. Wî bo rêberên payebilind yên Hamasê reş rexistin - kiriye û beşdar bûye û herwiha ew bo komê beşdarî rêvebirina çalakîyên terorîstî yên veşartî jî dibe.

Jihad Yagmur bo peydakirina piştgirîya Hamasê li Tirkîyê beşdarî çalakîyên çandî dibe yên ku wek rewa xuya dikin.

Mehmet Kaya: Li Tirkîye bi salan e ku ser navê Hamasê di gelek şandinên diravî de cîh digire û bo Hamasê bi deh mîlyon dolaran alîkarî peyda kiriye.

OFAC’ê da zanîn ku bi toleyan, ji îro û pê ve, hemû mal û milkên wan 8 kesên tolekirî yên li Amerîka ne yan di kontrola welatîyên Amerîkî de ne hatine cemidandin û divê ji OFAC re werin ragihandin.

Cîgirê Wezîrê Xezîneyê Nelson di dawîya Mijdarê de serdana Umman û Tirkîyê kiribû da ku xebatên Washingtonê yên ser astengkirina kanîna berhevkirin û veguhestina diravî ya Hamas û komên din bide zanîn.

OFAC’ê got ku naveroka toleyan bi hevrezîyeke nêzîk ya karbidestên Amerîkî û Brîtanî hatine destnîşan kirin û li her du welatan jî karîger in.

Hêjayê gotinê ye ku Washington û London, pişt êrîşa wê ya 7’ê Cotmehê ew cara çara ye ku bi hevre hemberî Hamasê toleyan radigihînin.

Jêder: Reuters, Wezareta Xazîneyê ya Amerîka

XS
SM
MD
LG